Dr. Osman: Divê bijîşk jî berpirsyariya xwe pêk bînin
Dr. Osman Şêx diyar kir OPCW di warê lêkolîna çekên kîmyewî de peywira xwe bi cih nayne û divê bijîşk jî helwesteke tund nîşan bidin û piştî lêkolînê encamên wê bi raya giştî re par ve bikin.
Dr. Osman Şêx diyar kir OPCW di warê lêkolîna çekên kîmyewî de peywira xwe bi cih nayne û divê bijîşk jî helwesteke tund nîşan bidin û piştî lêkolînê encamên wê bi raya giştî re par ve bikin.
Di êrîşên dewleta Tirk ên 17’ê Nîsanê de li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de çekên kîmyewî ku li cîhanê weke sûcê mirovahiyê tên dîtin, hatin bikaranîn. Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a 18’ê Cotmehê de hat ragihandin ku di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de 17 gerîlayên YJA Star û HPG’ê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûne. Her wiha dîmenên 2 gerîlayên ku di heman dîrokê de bi çekên kîmyewî hatine şehîdxistin jî hatibû weşandin.
Osman Şêx Îsa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bijîşkiyê dike ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û got, "Bikaranîna çekên kîmyewî encamên xirab bi xwe re tîne. Wêran dike, dikuje. Ne tenê mirovan dikuje, zirareke mezin dide xwezayê jî. Ew jî piştî bikaranîna wê dibe sedema encamên xirab. Ev dikare bibe sedema mirinê, an jî piştî demekê dikare xisarê bide organan û hêdî hêdî dibe sedema mirinê. Ji bo vê jî bikaranîna wê qedexe ye."
DIVÊ HEVDÎTIN BI GERÎLAYÊN JI ÊRÎŞA KÎMYEWÎ RIZGAR BÛNE WERE KIRIN
Dr. Osman Şêx Îsa bi bîr xist ku sazî û rêxistinên navneteweyî li deverên ku çekên kîmyewî lê tên bikar anîn divê lêkolînan dikin û hesab jê dixwazin,. Dr. Osman got, “Çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bikar tîne ne tenê sûc dike. Dewletên ku ev çekên kîmyewî dane dewleta Tirk û dewletên ku li hemberî kîmyewî bêdeng mane jî sûcdar in. Ez wek bijîjk xwe ji tenduristiya hemû mirovan berpirsyar dibînim û bikaranîna çekên kîmyawî şermezar dikim. Tenê mehkûmkirin têrê nake; divê sazî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar biçin herêma ku çekên kîmyewî tê bikaranîn û lêkolîneke berfireh bikin. Her wiha divê hûn li dîmenên hatine weşandin temaşe bikin, bi gerîllayên ku ji kîmyewî bandor bûne re li herêmê lêkolînan bikin bê ka çiqas şopên kîmyewî hiştiye. Ji bo ku careke din çekên kîmyewî bikar neyne divê ji dewleta Tirk bi awayekî cidî hesap were pirsîn."
DIVÊ BIJÎŞK BERPIRSYAR TEVBIGERIN
Dr. Osman wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk rêgezên mirovî û hiqûqî binpê dike. Li her qada ku di encama êrîşên xwe de têk diçe, rêbazên şerê qirêj bikar tîne. Her wiha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî madeyên kîmyewî bikar anîn. Zîhniyeta xeternak a dewleta Tirk a ku sînoran nas nake, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê û gelên li herêmê dijîn xeteriyeke mezin e. Ne tenê bijîjkên Kurd, bijîşkên cîhanê jî, bi taybetî Bijîşkên Sînornenas jî divê helwestek tund nîşan bidin, lêkolînan bikin û encamên lêkolînan bi raya giştî re parve bikin. Çekên kîmyewî divê li ber çavê qanûnên navneteweyî û raya giştî ji dewleta Tirk bê mehkûmkirin û hesab were pirsîn. Ger ev helwest neyê girtin wê dewleta Tirk gavên hê wêrektir bavêje. Sûcek li dijî mirovahiyê tê kirin û divê bijîşk bi awayekî xwezayî xwe berpirsyar bibînin.”
Osman Şêx Îsa her wiha bal kişand ser wê yekê ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) berpirsê sereke ye ji çavdêrîkirina bikaranîna çekên kîmyewî ye û got, “Mixabin OPCW heta niha bêdeng maye, mudaxele nake. Ev jî ji aliyê mirovî û exlaqî ve baweriya bi OPCW’ê kêm dike û ji holê radike. Li gorî çavdêriyên me, heta niha li gorî erk û berpirsyariyên xwe nêzîk nebûye” û bang li OPCW kir ku bila peywira xwe bi cih bîne.