Dor li mezintirîn şîrketên petrolê yên Sûriyeyê hate girtin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, dor li şîrketên Ezbe û Konîko girtin, ku şîrketên herî mezin ên petrolê yên Sûriyeyê ne. Şerê li herêmê dewam dike.

Pêngava Bagera Cizîrê, ku li Bakurê Dêra Zorê hatiye destpêkirin, dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gelek gundên li herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, saet di 01:30 de dor li şîrketên petrolê yên bi navê Ezbe û Konîko girtine, ku li navbera bajarê Dêra Zor û herêma Siwer e.

Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û çeteyên DAIŞ'ê de li herêmê şerekî dijwar diqewime.