Dizên mirîşkan niha jî panelên elektirîkê dihilberîne didizin!

Çeteyên OSO yên li Sûriyeyê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin, talankirina malan didomîne. Çeteyên ku rojên borî dema mirîş didiziyan dîmenên wan hatin parvekirin, niha jî dest bi dizîna panelên elektirîkê dihilberîne kirine.

Çeteyên OSO yên ku dewleta Tirk ew xudan dike û Erdogan weke ‘Artêşa Mîllî’ bi nav dike, talakirina mal û milkên welatiyan didomîne.

Dîmenên ku hûn dibînin ji gundê Meydankê yê navçeya Raco ya Efrînê ye. Çeteyên ku malak li gund talan dike, panelên enerjiyê yên ji bo hilberandina elektirîkê tên bikaranîn didizin.

Çeteyên OSO yên Erdogan weke ‘Artêşa Mîllî’ bi nav dike, rojên borî li Efrînê li gundekê dîmenên dizîna mirîşk û elokan hatibû parvekirin û ‘serkeftina’ xwe îlan kiribû.

Dîsa çeteyên li Efrînê traktora gundiyekê diziyan, xwediyê wê yê ku li dijî wê derket jî dan ber guleyan û bi awayekî hovane qetil kirin.