'Divê çeteyên DAÎŞ'ê li dadgeha navneteweyî bên darizandin'

Endamên Meclîsa Edaletê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê gotin, "Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên biyanî li dadgeha navneteweyî ya li Bakurrojhilatê Sûriyeyê bê darizandin, em ê dadgehê li çapemeniyê û saziyên hiqûqê vekirî pêk bînin."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 21'ê Adarê bi hêzên koalîsyona navneteweyî re Pêngava Bagera Cizîrê li Baxozê bi rengekî serketî qedandin û di şerê eniyê de yê li dijî DAÎŞ'ê serketina xwe ragihandin. QSD niha li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê têdikoşe. Bi hezaran çete jî li qadên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Bi hezaran jin û zarokên malbatên DAÎŞ'iyan jî li kampan dimînin ku ev yek weke metirsiyeke mezin tê dîtin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo DAÎŞ'iyên girtî dadgeha navneteweyî û projeyên bernameyên perwerdeyê yên taybet pêşkêşî dewletên ku welatiyên wan di nava DAÎŞ'ê de ne, kir. Hiqûqnasên Bakurrojhialtê Sûriyeyê qala mijarê kirin.

NÊZÎ 6500 ÇETE GIRTÎ NE

Endamê Meclîsa Edaletê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê Halît Alî diyar kir, li qadên rêveberiya xweseriya demokratîk nêzî 6500 çeteyên DAÎŞ'ê girtî ne û got, "Lê belê ev ne hejmara dawî ye. Ji ber ku meseleya DAÎŞ'ê meseleyeke mezin e û çeteyên DAÎŞ'ê li gelemperiya dinyayê belav bûne. Dema dawî di şerê Baxozê de gelek çete teslîm bûn."

'MEJIYÊ JINÊN LI KAMPAN JÎ MEJIYÊ DAÎŞ'Ê YE'

Halît Alî bal kişand ser malbatên çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampan û got, "Em bi hejmara wan a dawî nizanin. Lê belê ew jî DAÎŞ'î ne. Hinek ji van jinan li kampan dimînin, lê hîn jî xwedî heman mejiyê DAÎŞ'ê ne. Zarokên xwe jî bi wî rengî perwerde dikin. Yanî divê mirov bi rengekî cidî li ser meseleya DAÎŞ'ê bisekinin."

'ME ZÊDEYÎ 7 HEZAR DAÎŞ'IYÊN SÛRIYEYÎ DARIZAND'

Halît Alî ragihand, wan ji sala 2014'an ve qanûn derketine û ji hingî ve li dadgehên terorê yên bi navê Dadgehên Parastina Gel çeteyên Sûriyeyî dadgeh kirine.

Alî diyar kir, heta niha zêdeyî 7 hezar çeteyên Sûriyeyî li wan dadgehan hatine darizandin û got, "Darizandin didomin. Lê belê hejmara çeteyên Sûriyeyî dema dawî gelekî zêde bû. Ev yek jî rê li ber zexteke giran vedike û dadgehan giran dike. Ji bo komkirina delîlan û berfirehkirina dadgeh û girtîgehan em alîkariyê ji hêzên koalîsyonê dixwazin. Divê ew jî di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

'EM DIXWAZIN DADGEHAN BI RENGEKÎ VEKIRÎ BIKIN'

Alî anî ziman, hin ji çeteyên Sûriyeyî yên nehatine darizandin ew dixwazin bi tevlîbûna navneteweyî darizandina wan pêk bînin û got, "Em dixwazin saziyên navneteweyî, sazî û hiqûqnasên navneteweyî û yên li vê derê, saziyên hiqûqa navneteweyî û çapemeniyê vexwendînin darizandinan. Em dixwazin mînakekê nîşanî tevahiya dinyayê bidin ku darizandina çeteyan çawa dikin."

'JI BO ÇETEYÊN BIYANÎ DIVÊ EM LI ASTA NAVNETEWEYÎ TIFAQÊ BIKIN'

Alî diyar kir, wan heta niha darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên ne Sûriyeyî ne nekirine û got, "Di vê mijarê de ji bo çareserkirina pirsgirêkê em dixwazin bi hêzên koalîsyonê û dewletên pêwendîdar re tifaqekê bikin, li hev bikin. Lê belê heta niha di hevdîtinan de tifaqek pêk nehatiye, lihevkirin çênebûye. Me bi gelek dewletên ku welatiyên wan ên DAÎŞ'î girtî ne, her wiha bi gelek saziyên navneteweyî re hevdîtin kirin."

'PÊWÎSTE KOMÎTEYEKE HEVPAR BÊ AVAKIRIN'

Li ser naveroka hevdîtinên bi dewletên pêwendîdar re Alî got, "Fêhm kirin ku barê me niha çiqasî giran e. Yanî diyar kirin ku di warê pêwîstiyan de dixwazin piştgiriyê bidin. Di van hevdîtinan de yek ji mijarên bingehîn ku me xistin rojevê ew e ku komîteyeke hevpar bê avakirin. Komîte wê ji bo komkirina delîlan, tedarikkirina pêwîstiyên van çeteyan, berfirehkirina girtîgehan û şêweyê darizandina wan bixebite. Divê ev komîte timî amade be û ev hemû mijar bên nîqaşkirin."

'DIVÊ MAFÊN GIRTIYAN BÊN PARASTIN'

Endamê Komîteya Qanûnsaz a Bakurrojhilatê Sûriyeyê û hiqûqnas Lokman Îbrahîm anî ziman, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sala 2014'an dema avabûnê û vir ve bi hesasî nêzî mijara mafên girtiyan bûye.

Lokman îbrahîm got, "gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî tên û girtîgehên me lêkolîn dikin. Nêzîkatiya li girtîgehan li gorî pîvanên mafên mirovan e. Mafê peydakirina parêzeran, mafê hevdîtinê û hwd. tên bikaranîn. Ev yek ji bo girtiyên DAÎŞ'ê jî derbas dibe. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî ku li gorî gelek rêveberiyan hîn nû ye, li ser bingeha van pîvanan tevdigere. Heyetên ji bo girtiyên DAÎŞ'ê tên, saziyên mafên mirovan vê yekê dibînin."

ÇIMA DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ?

Lokman Îbrahîm li ser sedema pêşniyara xwe ya ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî got, "Çeteyên DAÎŞ'ê sûcên qirkirinê, sûcên êrîşê, sûcên mafên mirovan kirin. Sûcên gelekî giran kirin. Vê koma çete li ser xaka me ne tenê li dijî mirovên me sûc kirin, ew gefê tevahiya dinyayê gef e, metirsî ye.

Zîhniyeta wan gefê li tevahiya dinyayê dixwe. Li qadên me gelek çeteyên DAÎŞ'ê yên ji welatên cuda hene. Ji sînorê gelek welatan derbas bûn. Zîhniyet û pratîka wan gef li ewlekarî û aramiya tevahiya dinyayê xwarin."

'MEBESTA ME NE TENÊ DADGEHA LI LAHEY'Ê YE'

Halît Alî anî ziman, li ser dadgeha navneteweyî gelek nîqaş tên kirin, lê belê ew hîn naveroka wê baş nizanin û got, "Dema ku qala dadgeha navneteweyî tê kirin, mebest ne tenê dadgeha li Laheyê ye. Bi 3-4 rengî dadgehên navneteweyî hatine avakirin. Yek ji van Dadgeha Navneteweyî ya li Laheyê ye ku li gorî Statuya Romayê tevdigere. Dadgehên taybet jî hene, her wiha dadgehên ku bi tifaqeke hevpar hatine avakirin hene."

Alî destnîşan kir ku ji bo yek ji her sê dadgehan bê avakirin, ew hewl didin bi dewletên pêwendîdar re li hev bikin.

ÇIMA DIVÊ DADGEH LI BAKURROJHILATÊ SÛRIYEYÊ AVA BIBE?

Endamê Komîteya Hiqûqê ya Meclîsa Edaletê ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê Lokman Îbrahîm, li ser sedema avabûna dadgeha navneteweyî li xaka Bakurrojhilatê Sûriyeyê got, "Ji ber ku li ser vê xakê sûc kirin. Delîlên sûc, qurbanî û şahîd li vê xakê ne. Sûcên ku kirine hîn li pêş çavan e. Ji ber vê yekê ev dadgeh çiqasî bi lez ava bibe ewqasî baş e. Divê neyê derengxistin ku delîl ji holê ranebin."

Lokman Îbrahîm diyar kir, darizandina çeteyên DAÎŞ'ê li dadgehên şer û navneteweyî têrê nake û got, ji bo ew û malbatên wan ji nêrîna DAÎŞ'ê dûr bikevin divê bernameyeke taybet hebe.