Dîmenên şerê derdorî Reqayê

Dîmenê şerê dijwar ê li hinek herêmên dikeve bakurê Reqayê yê şervanên Pêngava Xezeba Firatê lêne, ji aliyê ANF’ê ve hate tomarkirin.

Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê bi awayekî lez didome. Di dîmenan de tê dîtin ku şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) li derdorî gundekê çeper girtin, çeteyên DAIŞ’ê dikin hedef.

Nûçegihanê ANF’ê yê li herêmê diyar kir ku li herêmê dengê çekan pir tê bihîstin. Dîmenên dema ku balafirên Koalîsyona Navneteweyî çeperên DAIŞ’ê yên li gund de bomberdûman dikir, tomar kir.

Şer li hemû eniyên ku şervanên QSD’ê lê ne didome. Li rojhilat, rojava, bakur û başûrê bajêr şer bidijwarî didomin. Di nava 24 saetan de li bakurê bajêr du gund hatin rizgarkirin.

Gundên Hmart û Medar, roja Pênçşemê di encama şerê dijwar de ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Dama ku roja Înê çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ku êrîşî gundê Hemrat bike wesayîtekî bombe barkirî û wesayîta doşka 23,5 li ser siwarkirî hate rûxandin.

Ji dawiya hefteyê û vir ve li bakurê bajêr kargeha pembû û gundek hate rizgarkirin. Di navbera kargehê û Reqayê de tenê navberek bi qasî 3 km heye. Bi rizgarkirina Hemratê re, di navbar şervanên li vê eniyê û navenda Reqayê re tenê 6 km maye. Li gundê Xirbet Xan ê hatî rizgarkirin jî 8 km navber maye, gundikê Rafia 12 km û gundê Endulus jî 18 km ji Reqayê dûr in. Li Eniya rojava ya Tebqayê jî Safsafah hatibû rizgarkirin. Ev gund 29 km ji Reqayê dûr cih digire. Dîsa li heman eniyê di navbera gundê Cirka yê girêdayî Kerame û Reqayê de 15 km maye.

Ji aktîvbûna qonaxa 4’emîn û vir ve hêzên demokratîk ji gundên ku rizgar kirine herî kêm 300 mayîn bêbandor kirine.

Di rewşa heyî de Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê dewam dike. Fermandariya Çalakiyan a Odeya Xezeba Firatê ya ku 10’ê Gulanê daxuyaniyek da diyar kiribû ku piştî navbera 15 rojan û şûn de Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê ji nû ve dabûn destpêkirin. Fermandariya Odeya Çalakiyan wiha gotibû: “Her ku hêzên me çeperên dijmin dorpêç dikin, di derdorî barêr ber bi naveda bajêr ve nêzîk dibin.”