Di Pêngava Bagera Cizîrê de Kargeha Pembu hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê piştî şerê dijwar û şûnde Kargeha Pembu ya ku mezitirîn kargeha li herêma Dêra Zorê ye, ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şerê dijwar piştî satên danê nîvro û şûnde li Kargeha Pembu di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de derketibû. Di encama berxwedanan şervanan de kargeh bi temamî ji destê çeteyan hate rizgarkirin.

Her wiha fermandariya pêngavê ragihandin ku hêzên wan rêya di navbera Dêra Zor û Hesekê jî bi temamî xistin di bin kontrola xwe de. Li ser vê yekê şervanên QSD’ê yên baskê Ebû Xeşeb ber bi Kargeha Şekir ve pêş ve diçin.

Beriya niha Odeya Çalakiyan a Pêngava Bagera Cizîrê, diyarkiribû ku bi rizgarkirina Medînît Siniyê ya Dêra Zorê re, êdî rêya şervanan a ber bi Qiraxa Çemê Firatê ji aliyê bajarê Dêre Zorê ve vedibe.