Di operasyona li dijî şaneya DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê de 5 çete hatin kuştin
Yekîneyên Antîteror (YAT) a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêrazorê li dijî şaneyek yê DAÎŞ’ê operasiyonek pêkanî. Di encama operasiyonê de 5 çete hatin kuştin.
Yekîneyên Antîteror (YAT) a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêrazorê li dijî şaneyek yê DAÎŞ’ê operasiyonek pêkanî. Di encama operasiyonê de 5 çete hatin kuştin.
Çavkaniyên QSD’ê ragihandin ku operasyon piştî lêkolîn, komkirina agahiyan û şopandinê hate kirin.
QSD’ê diyarkir ku endamên şaneya DAÎŞ’ê tevî banga hêzên QSD’ê çeteyan gule li wan barandin, li ser vê yekê hêzên QSD’ê bersiva gulebaranê dan ku di encama wê de 5 çete hatin kuştin ku piraniya wan jî kemberên teqemeniyê li wan bûn.
Her wiha hate destnîşankirin ku operasyona li dijî êrişên şaneya ku li hember hêz û saziyên sivîl û xizmetguzariyê yên li bajarokê El-Bisêrayê dikin hate kirin û operasyon bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê pêk hat.