Di nava 3 mehan de 700 hezar kes koçber bûne

Li Sûriyeya ku heta niha bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye, tenê di vê salê de 700 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirine.

Koordînatorê Alîkariya Mirovî ya Sûriye ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Panos Moûmtzîs, ji ber sedemê domandina şer fikarên xwe yên li ser zêdebûna koçberan anî ziman.

Moûmtzîs destnîşan kir ku ji ber şer ji serê vê salê ve heta niha 700 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û diyar kir ku ji vê nêzî 400 hezar li Îdlîbê ne. Moûmtzîs diyar kir ku ji ber operasyonên rejîmê yên ji serê meha Sibatê û vir ve yên li Rojhilatê Gûtayê bûye sedem ku 133 hezar kes koçber bibin, ên din jî hema bêje hemû ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê neçar mane ku ji cih û werê xwe koçber bibin, gelê Efrînê pêk tîne.

Ji şerê 2011’an û vir ve ku ji Sûriyeyê koçber bûne û berê xwe dayîn welatên din ji 10 milyonan derbas dike. Hejara têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dane hê jî hejmarek diyar nebûye. Tê texmînkirin ku herî kêm 340 hezar kes bin.

Ji ber şer hema bêje 13 milyon kes ên welat pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene.