Di mehekê de 723 top li Minbicê dan

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a li Minbicê ragihand û ev got: “Dagirkerên ku jîngehên sivîlan dike hedev di meha Îlonê de li Minbic û derdorî wê 723 top barand.”

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildar bîlançoya meha Îlonê ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li  ser gundên Minbicê daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşan didin û derbên giran li dagirkeran xistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Artêşa Tirk a dagirker di binpêkirinên xwe de berdewam e, qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike, gundên li ser xeta Sacûr a bakurê Minbicê û gundewarê bajarokê Erîma ku tije sivîl in topbaran dike. Di Îlonê de artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe 723 top avêtin van herêman:

Hoşeriyê, Cat û Toxar: 151 top

Ereb Hesen, Mihsenlî û Ewn Dadat: 51 top

Um Edese (Farat) û Dendeniye: 303 top

Seyade: 76 top

Yalnilî: 52 top

Um Cilûd: 4 top

Erîma û gundên wê: 86 topo li van gundan ketin; Erîma, Kawiklî, Boxaz, Qurtwêran, Yalinî, Mezret Fewaris, Korhiyok, Cib Hemra û dagerandina Oscelî.

Ji ber topbaranê xetên kehrebe û malên sivîlên li gundê Ereb Hesen zirar dîtin û bermahiyên çandiniyê yên gundê Um Edese şewitîn.

Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de wesayîteke leşkerî ya çeteyan ku nuqteyên hêzên me yên li Um Edese topbaran dikirin, kir hedef

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê jî bersiva topbaranên li dijî gundê Seyade da û xwe gihand baregeha artêşa Tirk a dagirekr a gundê Yaşlî û gelek zirar û windahî bi wan kirin, ji wê zêdetir çek û cebilxaneyên li baregehên wêran kirin."