Di hîndekariya bilind de li Rojhilata Navîn sîstemeke nû diafire

Saziyên perwerdeyê yên Bakurê Sûriyeyê ku di nava şer de ji nû ve hatine avakirin, bi perwerdeya xwe ya bê pere û bê ezmûn li Rojhilata Navîn mohra xwe datînin binê rewşeke nû.

Zanîngeha Rojava, yekemîn zanîngeha li Rojhilata Navîn e ku perwerdeyê bê pere û bê ezmûn dide. Li vê zanîngeha ku du sal li dû xwe hişt, 7 fakulte hene. Tevî endezyariyên petrol, kîmya û zîreetê, fakulteyên ziman û wêjeya Kurdî û perwerdeyê hene. Di nava du slaan de zêdeyî hezar xwendekaran li van fakulteyan perwerde dîtin. Di sala duyemîn de fakulteyên Hunerên Bedew û Jineolojiyê jî hatin vekirin.

Gava destpêkê ya ji bo hîndekariya bilind a li Rojava, sala 2014'an bi Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê hate avêtin. Zanîngeha Efrînê ya sala 2015'an vebû, bû zanîngeha destpêkê ya li Bakurê Sûriyeyê vebû.

Xwendekarên ku piştî perwerdeya salekê ya li Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê karê wan ê tezê tê qebûlkirin, weke mamosteyên branşê mezûn dibin.

WEKHEVIYA DI PERWERDEYÊ DE

Ji bo wekhevî di perwerdeyê de hebe li Zanîngeha Rojava mafê perwerdeya bê ezmûn û bê pere ji her xwendekarî re tê dayin. Li Zanîngeha Rojava sala destpêkê 400, sala duyemîn jî 700 xwendekar tevlî perwerdeyê bûn. Ji bo li Zanîngeha Rojava bê qebûlkirin, hebûna dîplomaya lîseyê ya xwendekarekê/î bes e. Her ciwanek xwedî dîplomaya lîseyê dikarin ji bo qeyda li zanîngehê serlêdanê bike. Xwendekarên dixwazin qeyda xwe li fakulteyên Zîreet û Petrolê bikin, şert e ku ji lîseyên pîşeyî yên van qadan mezûn bûbin.

Fakulteya Perwerdeyê ji beşên Erdnîgarî, Dîrok, Biyolojî, Matematîk, Kîmya, Mamostetiya Polê û Fîzîkê pêk tê. Fakulteya Perwerdeyê ku kêm maye mezûnên xwe yên destpêkê bide, bi vî rengî dixwaze kadroyên akademîk biafirîne.

HEM MAMOSTE, HEM JÎ XWENDEKAR

Zanîngeh xwedî kadroyên akademîk ên dilnizm in. Akademîsyenên ku berê dîplomaya xwe ya zanîngehê heye û piştî pêkhatina Şoreşa Rojava li saziyên perwedeyê ji bo wextekê dest bi perwerdeyê kirin, jiyana xwe hê bi perwerdeyê didomînin. Li Zanîngeha Rojava her kes hem mamoste ye, hem jî xwendekar.

Li Zanîngehê di ti qonaxa perwerdeyê de ezmûn nayê kirin. Bi vî rengî tê xwestin ku modeleke nû were afirandin. Di nava vê sîstemê de li 3 serdemên cuda ku her yek ji wan ji 4 mehan pêk tê, komîteyên fakulteyê li ser tevlîbûna xwendekaran a li dersê, pêşketin an jî motîvasyona wan civînê dikin. Polîtîkaya perwerdeyê jî li gorî encamên van civînan diyar dibe.

RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK

Li Zanîngeha Rojava hiyerarşiya rektor, dekan û serokên beşê nîne. Zanîngeh ji aliyê koordînasyonek ji hîndekar û xwendekaran pêk tê ve tê birêvebirin. Li Bakurê Sûriyeyê ku di hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî de temsîliyeta wekheviya jin û mêr pejirandiye, li zanîngehan jî heman prensîb derbas dibe. Li her fakulteyê koordînasyonek heye ku ji 2 berdevk û herî kêm 3 alîkaran pêk tê. Di nava koordînasyonê de 2 berdevkên yek ji wan jin ê din jî mêr e, hene. Li gorî hejmara wezîfedarên hîndekar û xwendekar ên fakulteyan, hejmara endamên koordînasyonê dikare zêde bibe. Meclîs ku organa herî bi erk a rêveberiya zanîngehê ye, ji tevahiya koordînasyona hemû fakulteyan pêk tê.

PERWERDEYA BI PIR ZIMANÎ

Li Zanîngeha Rojava ku perwedeya pir zimanî esas tê girtin, bi Kurdî û Erebî ders tên dayin. Eger serlêdan were kirin, ji bo perwerde bi zimanên Suryanî, Ermenî û zimanên din were dayin jî amadekarî tên kirin. Li Zanîngeha Rojava, tevî wezîfedarkên perwerdeyê kadroyek ji 150 kesî heye.

Tevî zanîngehên Efrîn û Rojava, îsal li Kobanê jî zanîngehk ji beşên Fîzîk, Kîmya, Matematîk û Ziman û Wêjeya Kurd hate vekirin.

Li Zanîngeha Rojava ku îsal fakulteyên Hunerên Bedew û Jineolojiyê lê hatin vekirin, amadekarî tê kirin ku sala bê Fakulteya Ragihandinê û fakulteyek ji beşên Dîrok, Sosyolojî, Arkeolojî û Felsefeyê werin vekirin.

Li Bakurê Sûriyeyê ku ji sala 2012'an û vir ve hebûna rejîma Baasê nemaye, mufredata perwerdeyê ya li ser neteweperestiya Ereb hatibû amadekirin, ji nû ve hate amadekirin. Li herêmên Efrîn û Firatê, lêçûn û pêwîstiya perwerdeyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê ji aliyê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve tên dayin. Li herêma Cizîrê jî ji dibistana seretayî heta ya navîn, federasyonê lêçûnên perwerdeyê dide. Ya lîseyê hê dewr nehatiye girtin.