Di her gaveke berxwedana Tişrînê de çîrokek cuda heye

Di tunelên berxwedanê yên li Tişrînê de, di her gavê de em dibin şahidê tecrube û çîrokên cuda. Zehmetî çiqas mezin bin bila mezin bin, tişta diyarker bawerî, îrade û biryardariya ji vê dozê re ye.

BERXWEDANA TIŞRÎNÊ

Di tunelên şer ên li Bendava Tişrînê de, em berxwedanê hîn jî dişopînin. Liv û tevgera şervanên di tunelê de qet nasekine. Em dibin şahidê çîrok û tecrubeya gelek şervanên ku di vê berxwedana bêhempa de cih digirin. Di vê berxwedana dîrokî ya dewam dike de, divê mirov tecrube û çîrokeke herî biçûk jî ya şervanên QSD û YPJ’ê vebêje. Şer her tim hatiye danasînkirin. Hemû hêz, artêş û dewletan têkildarî şer gelek stratejî û taktîk danîne holê. Lê belê divê mirov têkoşîna li Tişrînê û berxwedana şervanan, bi rengekî rast û berfireh pênase bike. Dema em li şervanên di dîrokê de dinêrin, tevî zehmetiyên mezin em dibînin ku gelek serketin hatine bidestxistin. Zehmetî carna dibe ku ji mirovan re weke peyvên jirêzê û bêwate were. Lê di nava germahî û zehmetiyên şer de, ev her du peyv wateya xwe hîn bêhtir didin hîskirin.

Zehmetî ji bo fêmkirina xwezaya rast a şer û berxwedanê, ji me re dibe alîkar. Berxwedana bêhempa ya li Bendava Tişrînê, rastiya van peyvan radixe ber çavan. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD-YPJ’ê, di tunelên şer ên li Bendava Tişrînê de li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedana xwe didomîne. Tevî ku şervan di nava zehmetiyên mezin de ne, ti carî li hemberî astengiyan pes nakin. Şert û mercên zehmet bûne parçeyekî jiyana şervanan. Şervanên di tunelên berxwedanê de, carna ji bo pêkanîna pêdiviyên xwe yên esas, av, nan û pêdiviyên din ên jiyanî zehmetî dikêşin. Bi derfetên bisînor hewl didin nanê hişk, çay, şekir, tehîn û hwd dabîn bikin. Bi vê yekê re, li vir di nava şervanan de ruhekî piştevaniyê yê bêhempa heye. Şervan, tevî van şert û mercên zehmet bala xwe didin pirsa ‘Em bi kîjan taktîk û rêbazan dikarin dijmin têk bibin?’

BERXWEDANEKE XWEDÎ FEDEKARIYÊN MEZIN

Di çeperên berxwedanê yên li Tişrînê û tunelên şer de, fedekariyên şervanan ji her alî ve balkêş e. Di nava vî şerê zehmet de, carna mirov di nava şervanan de şahidiyê ji kêliyên balkêş û kêfxweş re dike. Ez bi şervanan re di nava tunelê de dimeşiyam. Di beşekê de şervanan cepxane amade dikirin û digihandin cihên pêwîst. Komeke din jî pêdiviyên lojîstîkî amade dikir. Dema min meşa xwe domand, ez rastî du şervanên YPJ’ê hatim. Van her du şervanan ji bo çeperên xwe, malzemeyên lojîstîk amade dikir. Diyar bû ku barê wan têra xwe giran e. Di tunelan de bi barên giran rêve çûn, zehmetiyên cuda derdixist holê. Di nava her du şervanên YPJ’ê de pêşbirkek hebû. Ev pêşbirk di esas de ji bo hilgirtina vê barê giran bû. Her duyan jî dixwest barê giran hilgire. Malzemeyên ku amade kirine, ji destê yekê derbasî destê ya din bû. Di dawiyê de yek ji şervanan bar hilgirt. Bi vî rengî her du jî ber bi çeperê xwe ve rêya xwe domandin. Dema ku dimeşiyan, min axaftin û kenê wan ê di nava tunelê de belav dibû, dibihîst.

Dema min meşa xwe ya di hundirê tunelê de domand, komeke şervanên din hat pêşberî min. Van şervanan hundir û derdora tunelê paqij dikirin. Şer çiqas zehmet be bila bibe, hewldanên xwe yên ji bo parastina pêdiviyên jiyanê û paqijkirina derdor didomandin. Dema ku ez gihiştim ber deriyê tunelê, ez rawestiyam û min dengê balafirên bêmirov bihîst. Dihat fêmkirin ku deng ayîdê balafireke keşfê ya bi nizmî digere ye û hewl dida cihê şervanan tespît bike. Balafireke din jî derbas bû û vê carê dengê balafirên şer ên ayîdê dewleta Tirk a dagirker hate bihîstin. Min li şervanan meyze kir; mîna ku ti tişt çênebûye, bi rengekî sakîn û rêkûpêk karê xwe didomandin. Ev rewş îspata bawerî û îradeya şervanan e.

TIŞTA DIYARKER BAWERÎ, BIRYARDARÎ Û ÎRADEYA JI DOZÊ RE YE

Ez di tunelan de rastî komeke din a şervanan hatim ku cepxane amade dikirin da ku bigihînin çeperên pêş. Min yek ji şervanan pirsî, “Tu çi dikî?” Wî jî bi keneke germ got, “Van çeteyan dendikên ku hevalên me şandine pir ecibandine, me jî got em yên hîn baştir amade bikin û bişînin çeperê pêş.” Li vir tişta ku şervanan bi gotina dendik qalê dikirin, gule bûn. Di axaftin û li ser rûyê şervanan de pir eşkere bû ku gelek dagirker di şer de hatine kuştin. Lewma şervanan niha muhîmata hîn baştir amade dikir û hewl didan bigihînin çeperên pêş. Di tunelên berxwedanê yên li Tişrînê de, mirov di her gavê de şahidiyê ji tecrube û çîrokên cuda re dike.

Dema min di tunelan de meşa domand, ez rastî komeke din a şervanan hatim. Eceleya van şervanan hebû. Ji tona dengê wan dihat fêmkirin ku hewl didan hevalên xwe yên birîndar bigihînin cihekî bi ewle. Komeke ji şervanên QSD’ê, ji çeperên pêş şervanên birîndar anîbûn. Komeke din jî mudaxileyên ewilî li hevalên xwe yên birîndar dikirin û hewl didan birînên wan bipêçin. Di vê rewşa şerê zehmet de, pêçandina birîna şervanekî û kêmkirina êşa wî/ê, têkoşîna rast a vê berxwedanê radixist ber çavan. Şervanên birîndar dema gihiştin qada tedawiyê, şervanên din demildest li dora wan kom dibûn û hewl didan alîkarî bidin wan. Her yek ji wan, ji bo kêmkirina êşa hevalên xwe yên birîndar di nava hewldanê de bûn. Lê belê tişta balkêş û bi rûmet, hin şervanên ku ne xebatkarên tenduristiyê bûn, ji bo geşkirina moralê hevrêyên xwe tişta ji destê wan dihat, dikirin.

Hin şervanan jî ji bo li çeperên pêş wezîfeya hevalên xwe yên birîndar dewr bigirin, israr dikirin. Dema we li şervanan dinêrî, we hevrêtî û piştevaniya wan di her wezîfe, xebat û qada têkoşînê de bi zelalî didît. Dema em bi hemû hûrgiliyan li vê pêvajoya berxwedanê ya li Bendava Tişrînê dinêrin, em dibînin ku berxwedan qet bi dawî nabe. Dema mirov li şervanan dinêre, dibîne ku ev berxwedan beriya her tiştî bi amadekarî û baweriyeke mezin tê meşandin. Zehmetî çiqas mezin bin bila bin, di encamê de tişta diyarker bawerî, îrade û biryardariya ji vê dozê re ye.