Di Forûma Efrînê de sûcên dewleta Tirk hatin eşkerekirin

Di Forûma "Li Efrînê Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk" de rapor hatin pêşkêşkirin û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin eşkerekirin.

Forûma Li Efrînê Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk di roja sêyemîn de didome. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojava ya Herêma Cizîrê rapora derbarên zextên li Tirkiyeyê ji beşdaran re dixwîne. 

‘SÛCÊN LI EFRÎNÊ GIHIŞT ASTA QIRKIRINÊ’

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirine. Ji destpêka vê operasyonê ve gelek sûcên şer li dijî sivîlan hatine kirin. Beriya êrîşên Tirkiyeyê 900 hezar kes li Efrînê dijiyan lê piştî êrîşan 300 hezar kesan koçî Helebê kirine. Di êrîşên dewleta Tirk de bi qasî ku hatine tespîtkirin 164 jin, 125 zarok û bi giştî 512 sivîl hatine qetilkirin. 350 hezar hemwelatiyên Efrînê ji ber dagirkeriyê ji Efrînê koç kirine. Bi giştî 80 ji sedî gelên Efrînê koç kirine. 

Ligel van agahiyan bi qasî ku hatiye tespîtkirin 50 jê jin û 13 jê zarok 623 kes hatine revandin. 55 jin tecawîzê wan hatine kirin, 207 jin hatine qetilkirin.

Di heman demê de 63 mêr hatine qetilkirin, 160 mêr hatine birîndarkirin û 560 mêr jî hatine revandin. Di heman demê de 54 zarok hatine qetilkirin, 71 zarok hatine birîndarkirin û 13 zarok jî hatine revandin. Ev hemû bûyer bi belge û îspat in.

RAPORA SOHRÊ

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdulrahman jî raporek ji forûmê re şand. Di raporê de hate diyarkirin ku, piştî dagirkirina Efrînê herî kêm 380 hatine qetilkirin, bi sedan sivîl hatine birîndarkirin û bi sed hezaran sivîlan jî ji neçarî koç kirine. SOHR’ê diyar kir ku 2 hezar û 380 sivîl hatine girtin û gelek ji wan bi fîdyeyan hatine berdan û 840 sivîl hê jî girtî ne.

SOHR’ê bal kişand ser vî tiştî ku divê civaka navneteweyî xebatên girîng bikin û ji ber dagirkeriya wê zextan li Tirkiyeyê bikin.