Di êrîşên dewleta Tirk de 14 sivilên din jî birîndar bûn

14 kesên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberi Til Koçer, Çilaxa, Tirbesiyê, Zirgan û Qamişlo de birîndar bûbûn, rakirin nexweşxaneyan.

Dewleta Tirk a dagirker roja Çarşemê bombe li navêndên xizmetguzarî û sivîlan yên li Til Koçer, Çilaxa, Tirbesiyê, Zirgan û Qamişlo barand.

Di êrîşa li ser gundê Alîaxa ya Til Koçer de 3 kes birîndar bûn. 2 kesên ku bi sivîkî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dêrîkê, birîndarekî ku rewşa wî giran jî rakirin Nexweşxaneya Qamişloyê.

Li gundê Gîrhok ya navçeya Çilaxa ya Qamişloyê petrola îstasyonê hat bombekirin.

Endezyarên bi navê Asir Setam û Ebdulkerîm Ebdo ku di êrîşê de birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyên Girkê Legê û Qamişlo.

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesrefê bombe li wesayiteke sivîl barand û di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.

 Li başûrê Tirbespiyê jî bombe li wesayiteke karkeran barandin.

Di êrîşê de kesên bi navê Ebdurehman El-Ehmed (22), Îbrahîm El-Mihemed (43), Ebdulmunim Xelife (28) û Ziyad El-Hebîb (35) birîndar bûn û ew rakirin navenda Heyva Sor a Kurd a Tirbespiyê.

Li gundê Zêdiyê yê Dirbêsiyê di encama êrîşa balafireke bêmirov a bombebarkirî de 2 kes birîndar bûn. Derbarê rewşa nexweşan de agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di êrîşên dewleta Tirk ên di  22’ê Mijdarê de herî kêm 84 gund û bajarok hate bombekirin û 2 şervanên YAT'ê û 7 sivîl şehîd bûne.