Di êrîşa li Qamişloyê de şervanekî QSD’ê şehîd bû, 2 kesên sivîl jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir dewleta Tirk roja Yekşemê bi balefireke hewayî ya bêmirov li Qamişloyê êrîşek kiribû û di vê êrîşê de şervanek şehîd bûye û du sivîl jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin: ʹÊrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî cihên sivîlan û warên sivîlan didome. Di 6ʹê Mijdarê de , di saetên êvarî de dema ku hevalekî me destûra bêhnvedana xwe li mala xwe diborand û bi du hevalên xwe yên sivîl re digeriyan, artêşa Tirk a dagirker li wan da.

Wesayîta ku şervanê me Mîtan Şoreş û du hevalên wî tê de bûn, bû hedefa droneyên artêşa Tirk a dagirker. Di encamê de hevreyê me Mîtan şehîd bû û du welatiyên sivîl jî birîndar bûn."