Di êrişa hewayî ya Îsraîlê de 2 sivîl li Sûriyeyê hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya Îsraîlê de ku li nêzî paytexta Sûriye Şamê hate kirin, herî kêm 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a SANA'yê ku ser bi hikumeta Şamê ve ye, li hemberû nuqteyên li başûrê Şamê serê sibehê êrişa hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku piraniya êrişan bi sîstema parastina hewayî hatin astengkirin. Li gorî ajansê di êrişê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, êriş li dijî depoya çek û cebilxaneyan a milîsên Îranê ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hate kirin.

Îsraîlê ji destpêka salê û vir ve herî kêm heft caran êrişên hewayî bir ser Sûriyeyê.

Meha Sibatê di êrişekê de li nêzî Şamê 2 leşkerên Şamê û 4 kesên ser bi hêzên milîs ên Îranê hatibûn kuştin.