Di êrîşa dronê ya li ser Eyn Îsayê de kesek birîndar bû

Di encama êrîşa drone ya dewleta Tirk a li ser rojhilatê Eyn Îsayê de, kesek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker bi drone êrîşê li ser gundê Mişêrfe ya li rojhilatê Eyn Îsayê kir.

Di êrîşê de kesê bi navê Rîda Elî Hisên (25) birîndar bû.

Rîda Elî Hisên rakirin nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş û piştre hat zanîn ku rewşa wî baş e.

Di êrîşên li ser Eyn Îsayê pêkhatî de, 62 welatî ku ji wan 37 zarok in, yan hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne.