Di êrîşa dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê li Zirganê hate kuştin
Di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Zirganê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Zirganê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê topbaraneke giran li ser gundê Til El Werd ê li başûrê navçeya Zirganê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di encama êrîşê de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 5 jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê.
Li gorî ajansa ANHA'yê leşkerê hatiye kuştin Basil Mihemed Salih e û navên leşkerên birîndar jî wiha ne: Riyad Şelal Hisên, Amir El Ebid, Zahir El Selo, Mihemed Radî El Abir û Ehmed Eyat El Emîl.