Di êrîşa dewleta Tirk a li ser Til Temirê de 3 cotkar birîndar bûn

Di encama bombebaranên dewleta Tirk a dagirker a li ser gundek yê girêdayî Til Temir de, 3 cotkarên ku di zeviyên xwe de kar dikirin, birîndar bûn.

Navçeya Zirgan a girêdayî Kantona Hesekê û navçeyên Til Temirê di saetên sibehê de bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Di bombebarana li ser gundê Til Cûma ya girêdayî Til Temir de, 3 cotkarên ku di zeviyên xwe yên nêzî gund de kar dikirin, birîndar bûn.

Hat zanîn ku navê cotkarên ku rakirin nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê wiha ne; Lûey Xelîl Hemad (20), Ridwan Tirkî El-Tihêmî (30) û Eymen Elî El-Ehmed (25) bûn.

Di nexweşxaneyê de Xelîl Hemad ê birîndar ji ANHA’yê re axivî. Hemad da zanîn ku ew ji bo hilberîna genim bi patozên xwe çûbûn zeviyê, lê ji ber bombebaranê neçar man vegerin û got: “Piştre em dîsa vegeriyan eraziyê û di wê wextê de top li ser me barîn. Ez û welatiyên din birîndar bûn.”

Hat zanîn ku ji ber bombebaranê agir bi zeviyên gundê Ebûş a di navbera Til Temir û Zirganê de ketiye.