Di êrîşa baregeha hewayî ya Sûriyeyê de 7 leşkerên Îranê mirin

Hate diyarkirin ku di êrîşa li dijî baregeha hewayî ya li Sûriyeyê de 7 leşkerên Îranê mirine.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê roja Duşemê di êrîşê de ya li dijî baregeheke hewayî ya Sûriyeyê 7 leşkerên Îranê mirine. Ev hejmar diyar dike ku li gorî daxuyaniyên berê 2 qatan zêdetir leşker mirine.

Rejîma Îranê, Rûsya û hikumeta Sûriyeyê êrîşa li dijî baregeha hewayî ya Tiyasê Îsraîl berpirs dît. Ev baregeha nêzî bajarê Humusê ye. Îsraîl ev sûcdarî ne pûç kir û ne jî piştrast kir.

Cenazeyên leşkerên Îranê yên ku wekî ‘şêwirmendên leşkerî’ hatine pêşkêşkirin, birin Îranê. Çapemeniya Îranê di nûçeyên berê de jî diyar kiribû ku 4 leşkerên Îranê mirine.