Di êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyeyê de 4 kes mirin
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, 4 endamên milîsên alîgirê Îranê bi şev di êrîşên Îsraîlê de yên li dijî depoyên çek û cebilxaneyan de li nêzîkî Şamê hatin kuştin.
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, 4 endamên milîsên alîgirê Îranê bi şev di êrîşên Îsraîlê de yên li dijî depoyên çek û cebilxaneyan de li nêzîkî Şamê hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi şev gelek navendên derdora Şamê hatinê bombebarankirin.
Wezaretê diyar kir ku pergala parastina hewayî gelek moşek îmha kiriye.
Li Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di êrîşan de depoyên çek û cebilxaneyan bûne hedef. Hat ragihandin ku 4 milîsên alîgirên Îranê ku yek ji wan Sûriyeyî ye hatine kuştin.
Îsraîl di heftiya borî de sê caran êrîşî Sûriyê kir. Îsraîl kêm caran derbarê êrîşan de daxuyaniyê dide.