'Di doza Kobanê de ya ku divê were darizandin rejîma AKP-MHP'ê ye'

Berxwedêra Kobanê Çiyazan diyar kir dewleta Tirk ji bo tola têkçûna xwe hilîne êrîşê dibe ser HDP'ê û got, ''Ya ku divê were darizandn ne HDP lê rejîma faşîst a AKP-MHP ye ku destekê didin terorê.''

Şervana YPJ'ê Viyan Çiyazan ku piştî DAÎŞ'ê êrîş anî ser Kobanê tevlî eniya têkoşînê bûyî, têkoşîna xwe bi berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞ'ê didomîne, 2017'an li Reqayê birîndar dibe û felc dibe.

Gaziya şer Viyan Çiyazan behsa dema êrîşên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê bi bîr xist û got, piştî êrîşan wê jî weke keçeke Kurd xwestiye ku tevlî berxwedana Kobanê bibe, weke miroveke xwedî wijdan xwestiye peywira xwe ya pîroz bi cih bîne û tevlî berxwedana Kobanê bûye.

Çiyazan bal kişande ser serhildana Kobanê ya li Bakurê Kurdistanê û got, ''Berxwedana gelê bakurê Kurdistanê moral û motîvasyona me geş kiriye. Hevalên me yên ku bi şevan raneketin, xwarin nexwarin, 24 saetan li eniyê li ber xwe didan, li gel hemû zoriyan jî ji gelê me yê li sînor hêza manetewî distan. Vê hêzê kiriye ku berxwedana Kobanê dastanan binivisîne.''

Çiyazan bi bîr xist ku bi ked û fedekariya şehîdan Kobanê serfiraz bûye, wan hêz û vîna xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan distandin û desteka jinên cîhanê, ciwanên sosyalîst û enternasyonalîst jî di encamstandina berxwedana Kobanê de xwedî rol in û got, ''Nexasim desteka bakurê Kurdistanê û ya tevahiya gelê Kurd ev encam anî.''

Çiyazan diyar kir çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya hikûmeta faşîst a Tirk AKP-MHP'ê êrîş aniye ser Kobanê, dewleta Tirk bi êrîşên DAÎŞ'ê hesab dikir ku Kurdan tine bike lê plana wan bi cih nehatiye û projeya DAÎŞ'ê ya dewleta Tirk di dest wan de teqiyaye. Çiyazan got, ''Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê destek dida DAÎŞ'ê. Dema ku têk çûyî TC sendrom jiya, êrîşên hovaneke anî ser gelê Kurd û siyasetmedaran. Xwestina tola têkçûna xwe ya li Kobanê ji HDP'ê û siyasetmedarên Kurd hilînin. Bi navê 'Doza Kobanê' 108 siyasetmedarên dilxwazên demokrasiyê girtin û kirin zindanan.

Bi vê dozê dixwazin HDP'ê tasfiye bikin. Ya ku divê were darizandin reîma AKP-MHP ya faşîst e. Ji ber ku wan destek dane DAÎŞ'ê û xwestin ku li ser mirovahiyê ewrên tarî çêbikin. Ev hişmendî divê li Yekîtiya Ewropayê (YE) were darizandin.''

Çiyazan bi berdewamî diyar kir bi doza Kobanê re di şexsê HDP'ê û siyasetmedarên Kurd de tê xwestin ku demokrat, azadîxwaz, jinên têkoşer werin darizandin û got divê hemû dilxwazên azadî û demokrasiyê divê li pişt HDP'ê bisekinin, ji bo ku wekîlên HDP'ê ji vê komployê xilas bikin divê tim çalak bin û vê biryarê şermezar bikin.