Di bomberdûmana Eyn Îsayê de hejmara birîndaran zêde bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Eyn Îsayê kiribûn. Di vê êrişê de hejmara birîndaran bû 4.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî rojhilatê Eyn Îsayê kiribûn. Di vê êrişê de ciwanê bi navê Hesan Mihemed (22) birîndar bû. Hejmara birîndaran bû 4.

Bomberdûmana bi çekên giran a li ser Salih El-Hemûd, Cehbel, Mişêrfê, Fatsa, Rêya M-4, bajaroka Hîşe, rêya Reqa-Eyn Îsayê û rojhilatê Eyn Îsayê didome. Bi bomberdûmanê re droneyên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê digerin.

Ebdurehîm Salih Mihemed (14) kesekî ku nasnameya wî hê nehatiye eşkerekirin di êrişa dagirker de şehîd bûn.

FERMANDAR ALAN ŞUKRÎ: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişa çeteyan şikand û gelek zirar gihand çeteyan.

Têkildarî mijarê ji fermandarên QSD’ê Alan Şukrî diyar kir çeteyan vê sibê saet derdora 4:00’an êrişî derdora navçeya Eyn Îsayê kirine

Alan Şukrî diyar kir ku li gel hewldana çeteyan, dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmê Eyn Îsa da ber topan.

Şukrî her wiha destnîşan kir ku QSD’ê êrişa çeteyan têk bir, zirarên mezin gihand çeteyan û eşkere kir ku termên gelek çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê.

Di dawiyê de Alan Şukrî soz da ku ew ê Girê Spî û Eyn Îsayê biparêzin û wê nehêlin dewleta Tirk a dagirker axa wan dagir bike.