Dewleta Tirk û çeteyên wê bi dehan Efrînî revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji serê vê mehê ve li gund û navçeyên Efrînê gelek mirovan revandine. Hê jî gelek gund hatin dorpêçkirin û nahêlin kes bikeve gundan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Efrînê dorpoêç dikin, bi ser malan de digirin û sivîlên herêmê direvînin.

4`ê Kanûnê çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Basûfan û Kibêşîn ên navçeya Şêrewa ji her çar aliyan ve dorpêç kirin û dest bi girtina sivîlan kirin. Li ser wê yekê bi ser malên sivîlan de girtin û bi dehan sivîl bêyî ku cudahiyê bixin navbera jin û mêran, revandin.

Navên hin kesên hatine revandin ev in: "Xelîl Ehmedo, Ereb Şahîn Erebo, Rêzan Îbrahîm Heyder Erebo (22), Şêxo Izedîn Îbrahîm, Cano Qasim Qasim, Remzî Fewzî, Ehmed Elo, Riyad Elî Seyf El-Dîn (33), Nabo Elî Oso, Xerîb Mûsa Nebo, Canpolat Seîd Cinêd û Xezalê Selmo (40)."

Piştî Basûfanê, çeteyan tevî îstixbarata Tirkiyê gundê Biyê yê li hemberî Basûfanê dorpêç kirin û zêdetirî 15 sivîlên gund revandin. Ji wan navên van kesan hatin zanîn: "Omer Hesen Xelo, Mûsa Elî, Nasir Omer, Hecî Îbrahîm, Seîd Ehmed, Rolat Seîd Ehmed, Îbrahîm Mûsa Elî, Cemal Behrî, Izet Behrî, Ehmed Mihemed Mehmûd, Mehmûd Sebrî Hemo, Mihemed Hesen Xelîl, Merwan Hecî Osman, Mihemed Mistefa Mamo û Mistefa Osman Mehmûd." Di heman demê de çeteyan telefonên destan desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, beriya çend rojan çeteyên bi navên Cebhe El-Şamiyê li gundê Erendê, Misteşûra, Qasima, Dela û Şîtka hemleyên revandinê yên befireh dan destêkirin. Her wiha gundê Mîrkan dorpêç kirin û zêdetirî 100 sivîl ji gund revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, hemleyên revandinê hîna dewam in, her wiha çete gundên navçeya Şêrewa û gundê Mîrkan ê navçeya Mabata dorpêç dikin û ketin û derketina şêniyan qedexe dikin.