Dewleta Tirk û çeteyên wan 900 darên Efrînê birîn
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi qasî 900 darên zeytûnan birîn.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi qasî 900 darên zeytûnan birîn.
Dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê didomîne. Çeteyên Koma El-Hemzat bi qasî 900 darên zeytûnan li navçeya Mabata ya kantona Efrînê birîn.
Çavkaniyan destnîşan kir, çeteyên El-Hemzat bi qasî 300 darên welatiyê bi navê Mihemed Şêx Hemûd û 600 darên Ehmed Kêfo birîne.
Li gorî raporên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi deh hezaran dar ji destpêka dagirkirina kantonê ve birîne.