Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re (Şoreşa Rojava) dewleta Tirk a dagirker bi her rê û rêabzî şerê gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji piştgiriya DAÎŞ'ê heta bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk planan li hemberî projeya rêveberiya xweser dike. Yek ji van amûrên êrîşê jî av e.
Ji destpêka sala 2020'î ve dewleta Tirk a dagirker asta herikîna Çemê Firatê ku hemû gelê Sûriyeyê sûdê jê werdigire kêm kiriye. Ev yek jî di asta navdewletî de û li gorî zagonên navneteweyî sûceke ku pêwîste aliyê ku avê kêm dike hesabê bide. Tevî vê yekê jî saziyên pêwendîdar û raya giştî ya navneteweyî li hemberî vê rewşê xwe bêdeng kirine. Di encamê vê yekê de jî gelên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û tevahî gelê Sûriyê zirarên mezin dibînin.
Endamê Rêveberiya Bendava Tişrînê endezyar Hemûd El-Hemedîn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Hemûd El Hemedîn diyar kir ku hêdî hêdî bendava Tişrînê ber bi sekinadinê ve diçe, her wiha asta avê kêm dibe. Hemûd El Hemedîn got, "Cihê ku em niha li sekinîne ji destpêka avabûna bendavê Tişrînê ve di bin avê de ye û diviya bû bi ti awayî dernekeve ser avê. Lê mixabin derketiye û her ku diçe asta avê kêm dibe."
Karê çêkirina Bedava Tişrînê di salên 1980'î de destpê kir û di sala 1999’an de bendav kete meriyetê. Her wiha ji bo afirandina elektirîkê li ser çemê Firatê bi bilindahiya 40m ava bûye. Li herêmên başûrê Minbicê dikeve. Her wiha bi 115 km'yî dûrî bajarê Helebê ye. Nêzî 80 km'yî dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê ye. Li piş bendavê goleke bi navê gola Tişrînê ava bûne. Nêzî 1.8 mîlyar m3 depo dike.
Hemûd El-Hemedî bi dewamî anî ziman ku ji ber kêmbûna avê bendavê, gewdeya bendavê zirarên mezin dîtiye û got, "Ji ber ku gewdeya bendavê beton e, bi piraniya wê bi çîmanto hatiye avakirin û li gorî bin avê hatiye lêkirin, di dema kêmbûna avê de rastî tîrêjên rojê tê. Di encamê de ew bêton dirûxe. Her wiha ji destpêka kêmbûna avê ve me 4 nîşaneyên kêmbûna danîne û ger mirov were rastiyê, pêwîste karê bendavê were seknandin."
Weke tê zanîn çem bi herikînê xwe nû dike û nahêle ku qirêjî lê kom bibe. Her wiha ji ber asta herikîna avê ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek kêm bûye bendav li ber seknandinê ye. Bi vê yekê re herikîna avê disekine. Li kêleka wê dewleta Tirk hemû bermahî û qirêjiyên plastîkî davêje nava Çemê Firatê. Di encamê de ew qirêjî li ser xaka Sûriyeyê kom dibe û nexweşiyên pir xeter bi xwe re tîne.
Li herêmên Firat û Dêrazorê di ecama vê yekê de şewba kolera rû daye û di encama lêkolînên pisporan de hatiye xuyaikrin ku yek ji sedemên sereke ya vê şewbê qirêjiya ava Firatê ye.
Encamên kêmbûna ava Firatê li ser şewba kolera nesekiniye. Hemû cotkarên herêmên kêleka ava Firatê zeviyên xwe bi ava çemê av didin. Lê ji ber wê kêmbûnê zirareke pir mezin bi wan cotkaran hatiye û hêştiye ku gelê herêmê nikaribe debara jiyana xwe bike.