Dewleta Tirk nabe dostê Ereban

Xalid Abdo ku ji Cephet El Şamiye qut bû û tevlî Cephet El Ekrad bû, bang li gelê Ereb kir: "Dewleta Tirk ku 400 sal in mafên me binpê dike, dostê me nîne. Dijminê pêşniyan nabe dostê neviyan."

Ji fermandarên Cephet El Ekrad ê ji pêkhateya Ereb Xaldi Abdo, sala 2012'an tevlî nava koma çete ya bi navê Cephet El Şamiye bûbû, ku xwe weke mûxalîf nîşan dida. Piştî du salan ji nava vê koma çete veqetiya û tevlî refên Cephet El Ekrad bû. Xalid Abdo ku li nava refên Cephet El Ekrad hem li dijî DAIŞ'ê û hem jî li dijî çeteyên din şer kir û birîndar bû, qala serpêhatiya xwe kir.

Xalid Abdo, ku ji Heleb/Hûllûkê ye, beriya destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, yek ji dewlemendên herêmê bûye ku karê bazirganiyê dikir. Sala 2012'an tevlî nava Cephet El Şamiye bû, ku vê koma çete xwe weke mûxalîf bi nav dikir. Bi erkên girîng rabû û tevî lîderên ve komê tevlî civînên girîng bû: "Di wan civînan de min dît ku lîderên koman ji bo berjewendiyên xwe dixebitin û ne şoreşger in. Hemû li pey armancên xwe yên şexsî bûn. Ne xema wan bû ku mirov dimirin. Pereyê ku diviyabû ji malbatên yên mirine bên dayin, ya jî pereyê ji bo birîndaran dihatin, ji xwe re dibirin. Min fêhm kir ku ti derdekî hilweşandina rejîmê ya jî kirina şoreşê ya van dizekan nîne."

TÊKILÎ BI CEPHET EL EKRAD RE DANÎ

Dema ku fermandarê deriyê sînor ê Maber El Rîz bû, ku ev deriyê li Hûllûkê ji aliyê bazirganiyê ve girîng e, Xalid Abdo hemû pêşniyarên çeteyên weke Sûltan Mûrad, Nûreddîn Zenkî, Ehrar-û Şam, Sîttaş, Cephet El Nûsra red dike. Tîne ziman ku wî hingî Cephet El Ekrad nas kir û wiha dewam dike: "Min wê wextê Cephet El Ekrad nas kir, ku ji yên din cuda ye. Ji Cephet El Şamiye qut bûm û tevlî Cephet El Ekrad bûm. Piştî ku tevlî Cephet El Ekrad bûm, deriyê sînor ê Maber El Rîzê kete bin kontrola Cephet El Ekrad. Hemû sivîlên wê wextê ji wir derbas dibûn, gelekî ji me hez dikir. Kî derbas dibû ji me re digot, 'Hûn ê kengî temamiya herêmê kontrol bikin û me ji van dizekan rizgar bikin'.

GEL KÊFXWEŞ BÛ, LÊ ÇETE ACIZ BÛN

Gel kêfxweş bû ku deriyê sînor di kontrola Cephet El Ekrad de bû, lê çete ji vê rewşê aciz bû. Çete li dijî me bûn yek û gelekî êrîşî me kirin. Ji ber êrîşên giran em neçar man dest ji derî berdin û me xwe vekişand Şêx Meqsûdê. Di navbera me û wan de timî şer derdiket. Hemû çete bûn yek û dor li Şêx Meqsûdê girtin. Êrîşî me kirin. Li hemberî wan em bi biryardarî sekinîn û me nehişt ew bikevin nava Şêx Meqsûd û Eşrefiyê.

PIŞTÎ BIRÎNDAR BÛ Û TEDAWÎ DÎT, TEVLÎ ŞERÊ DIJÎ DAIŞ'Ê BÛ

Di şerê giran de birîndar bûm. Piştî ku birîna min rehet bû, tevî hevalên xwe tevlî şerê dijî DAIŞ'ê bûm. Em ji Şêx Meqsûdê derbasî nava Şehbayê bûn û me şerê DAIŞ'ê kir. Me ew ji Til Şehirê derxist. Li wê derê gel bi kêfxweşî em pêşwazî kir. Ez weke welatiyekî Sûriyeyê ne dixwazim DAIŞ li ser me hikumdar be, ne jî Tirk. Em zarokên vî welatî ne û em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe welatê xwe biparêzin."

JI DEWLETA TIRK DOST NABE

Xalid Abdo anî ziman ku ew dixwaze bang li gelê Ereb ê li herêmên dagirkî yên Şehbayê ku di bin destê Tirkiyeyê de ne bike û destnîşan kir, ku ji bilî nebaşiyê dewleta Tirk û Erdogan nayê ti wateyê. Xalid Abdo got, "Federasyona demokratîk bi kêrî hemû gelên Sûriyeyê tê. Zerara xwe nîne. Yên li Tirkiyeyê ne bila vegerin welatê xwe. Bila nekevin xefikên îstîxbarata Tirk û Sûltan Mûrad. Serdestên Tirk 400 salan li ser serê me hikum kirin. Dijminê pêşniyan nabe dostê neviyan. Dewleta Tirk bi xewn û xeyala Osmanî tevdigere. Dixwaze ev ax dîsa bibe ya wan, dîsa li ser hikumdar be. Ji Ereban hez nakin. Dewleta Tirk bi ti awayî ne dostê gel e. Ne dostê gelê xwe ye jî."