Dewleta Tirk li Zirgan û Şêrawayê sivîl bombebaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker, sivîl û cih û warên sivîlan ên Zirgan û Şêrawayê, bombebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker, sivîl û cih û warên sivîlan ên Zirgan û Şêrawayê, bombebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Til El Werd û Xirbet Şiîr ên li başûrê Zirganê, bi çekên giran bombebaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Qinêtra, Soxanekê û Aqîbê yên girêdayê Şêrawayê dide ber bombeyan. Gund heta bi niha bi zêdeyî 30 hewan obusan hatine bombebarankirin.
Du zarokên gundê Aqîbê yê Şêrawayê, di bombebarana dewleta Tirk de birîndar bûn.
Semer Idrîs (4) û Ciwan Idrîs (3) ên birîndar bûn, birin nexweşxaneya Til Rifetê.