Hejmara zarokên li Til Temirê hatin qetilkirin derket 3‘an - HATE NÛKIRIN
Hejmara zarokên ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê Eyn El Ebid ê Til Temirê, jiyana xwe ji dest dan, bû sisê.
Hejmara zarokên ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundê Eyn El Ebid ê Til Temirê, jiyana xwe ji dest dan, bû sisê.
Dewleta Tirk, îro saet di 18.00’an de bi obusan êrîş bir ser gundê Eyn El Ebid ê Til Temirê û Meryem Xidir Iwês a 10 salî û Îtidal Iwês ê 9 salî jiyana xwe ji dest da û Ebdilezîz Xidir Iwês ê 8 salî û Zehra Xidir Iwês a 14 salî, Diya’a Xidir Iwês a 6 salî birîndar bûn.
Hata diyarkirin ku Ebdilezîz Xidir Iwês ê 8 salî ku birîndar bûye, jiyana xwe ji dest daye.
Dermankirina zarokên birîndar, li nexweşxaneyê berdewam e.