Dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê 7 kes revand

MÎT’a ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker e li navçeya Cindirêsê 7 kes revand.

Li gorî agahiyên ku herêmê hatine wergirtin MÎT'a dewleta Tirk a dagirker 7 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandine û li pêş malbatên wan heqaret li wan kiriye.

Li gorî agahiyan ev kes hatine revandin: Egîd Mihemed Ebdo (33) û Beşar Fadil Weysî ji navenda Cindirêsê ne, Ebdulhemîd Mistefa Xelîl (26), Cuma Mihemed Kelxo (25), Mihemed Mihemed Tobal (34), Mistefa Mihemed Colaq (24) û Ferhad Fayeq Hemûş ji gundê Celemê yê Cindirêsê ne.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ev kes revandine û aqûbeta kesên hatine revandin ne diyar e.