Dewleta Tirk li hemberî zarokan sûc dike

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku divê zarok ji sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker bên parastin.

 Endamên rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, tevî bi dehan zarokên şehîdan bi wesîleya 4’ê Hezîranê Roja Qurbaniyên Şer a Cîhanê li pêşiya avahiya Konseya NY’ê ya li Qamişloyê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Beşdaran pankartên bi nivîsên cuda hilgirtin. Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizirê Evîn Cuma têkîldarî mijarê daxuyaniyeke da.        

‘JIYANA BI SED HEZAR ZAROKAN KETIYE XETERIYÊ’

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan û wiha got: “Her sal asta sûcan zêdetir dibe û bi vê yekê re qanûnên navneteweyî binpê dikin. Zarokên Sûriye di van şeran de bûne qurbanî û hevgirtina civakî jî hatiye derbkirin. Li ser asta sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer ku jiyana bi sed hezaran zarok xistiye xetereyê, gelek sûc li dijî zarokan pêk hatine.

Di daxuyaniyê de tunebûna hesapxwestina navneteweyî ya ku bûye sedema dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî zarokan zêde bike, hat rexnekirin û wiha gotin: “Dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka êrîşên li ser Sûriyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriye sûcên giran li dijî gel pêk anîn. Sedema van sûcan jî ew e ku civata navneteweyî hesab jê naxwaze.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îhtîmal e dewleta Tirk li dijî herêmê êrîşên nû pêk bîne. Gelo çima civata navneteweyî bi awayekî fermî li ser van sûcan hesab naxwaze. Dewleta Tirk hîn jî li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk tîne û gefên nû dixwe.”

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku li hemberî van êrîşan bi erka xwe rabe.