Dewleta Tirk li gundê Aqîbe Elî Menle yê 65 salî qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di bombeberana li dijî Efrîn û Şehbayê de Elî Menle Ebû Şabo (65) yê li gundê Aqîbe dijî qetil kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di bombeberana li dijî Efrîn û Şehbayê de Elî Menle Ebû Şabo (65) yê li gundê Aqîbe dijî qetil kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saetên sibê navçeya Şêrawa û Şera ya Efrîn û Kantona Şehbayê bi topan bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de li gundê Aqîbe yê Şêrawa sivîlê bi navê Elî Menle Ebû Şabo (65) mir. Artêşa Tirk zêdetirî 70’î top avêt Efrîn, Ezaz û Mareyê. Di êrîşê de zirara madî jî çêbû li gundê Aqîbe xisar li gelek malan bû û êdî nayên bikaranîn.
.