‘Dewleta Tirk li Efrînê sûcê dermirovî pêk tîne’

Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Helebê ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk protesto bikin hatin gelhev, bal kişandin ku dewleta Tirk hîna li herêmê sûcê dermirovî pêk tîne.

Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Helebê li Şêx Meqsûdê hatin gelhev û di derbarê salvegera 3’yan a dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ji aliyê Hevserokê Malbenda Çandê ya Helebê Kamîran Bîlal ve hatî dayîn de, hate diyar kirin ku dewleta Tirk hîn li Efrînê sûcê dermirovî pêk tîne.

Bîlal bal kişand ku ji berî Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve were dagirkirin herêm cihek herî bi ewle bû û wiha got: “Îro dewleta Tirk li herêmê mirovan direvîn e, êşkenceyê dike, bi çêkera demokrafîk dileyîze. Heta roja me ya îro ji 300 hezar Efrîniyan zêdetir mexdûr man ku ji warên xwe koçber bibin. Ji ber van êrîşên dewleta Tirk 543 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Bîlal herî dawî bang li civaka navnetewî kir ku ji bo rê li ber sûcên dewleta Tirk dike bê girtin.