Dewleta Tirk li Efrînê sivîlek revand

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hêzên xwe yên paramîlîter li Efrîn a dagirkirî sivîlekî din revand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hêza paramîlîter a ku navê 'Polîsên leşkerî' li xwe kiriye, li navçeya Şiyê ya Efrînê ku dagirkirî ye, Mihemed Osman Koçer (40) revand.

Hate ragihandin ku Koçer birine zindaneke li navenda Kantona Efrînê.

JI DESTPÊKA DAGIRKERIYÊ Û VIR VE BI HEZARAN KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrîn a dagirkirî sûcên kuştin, talan, revandina mirovan, dizî, destavêtinê dewam dikin.

Ji sala 2018'an û vir ve li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê bûne kiryarên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan ên ji Efrînê, ji sala 2018'an û vir ve zêdeyî 800 sivîl hatin qetilkirin, zêdeyî 7500 kes jî hatin revandin. Beşek ji wan bi berdêla fîdye hatin berdan, aqûbeta gelekan jî nayê zanîn.