Dewleta Tirk li Efrînê serokeşîrek revand, gelek kes birîndar kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê êrişê malên endamên eşîra Bobana kirin û gelek kes birîndar kirin. Serokê eşîrê jî revandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Cebhe El-Şamiye êrişî mala serokê eşîra Bobana Faris El-Şêx kirine.

Di encama êrişê de kurê serokê eşîrê bi giranî birîndar bû, piştre ew rakirin nexweşxaneyê, her wiha jin jî di nav de gelek kes, birîndar bûn. Çeteyan serokê eşîrê Faris El-Şêx revand û birin cihekî nediyar.

Her wiha çeteyên Firqeya Hemzat duh 50 serî pezê şivanekî dizîn ku di navbera gundên Kîmar û Meyasê yên navçeya Şêrawa ya gundewarên bakurê rojavayê Efrînê de diçêrand. Çeteyan îşkence li şivan kir.

Li aliyekî din li Efrînê çeteyan jineke ji gundê Cûqê ji mala birayê wê derxistibû, kel û pelên malê desteser kirin û malbateke çeteyan tê de bi cih kir.