Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê Îmad Mistefa Xelîl revandin ku bi zorê ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê Îmad Mistefa Xelîl revandin ku bi zorê ji Tirkiyeyê hatibû dersînorkirin.
Çeteyên 'Polîsên leşkerî' yên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Holîlê yê navçeya Racoyê Îmad Mistefa Xelîl revandin.
Hate ragihandin ku Îmad Mistefa Xelîl li Efrîn a dagirkerî ji mala xwe ya li nêzî Xaçerêya Newrozê hate revandin. Xelîl beriya 2 mehan ji Tirkiyeyê bi zorê ji Sûriyeyê re hatibû vegerandin.