Dewleta Tirk li Efrînê destpêkê fîdye stend, piştre qetil kir

Komên çete yên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî, sivîlekî beriya çar mehan revandibûn, piştî ku fîdye ji malbata wî girtin ew qetil kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, kesê bi navê Seîd Reşîd li gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê beriya çar mehan ji aliyê çeteyê ser bi Enqereyê ve hate revandin. Reşîd ji gundê Etmana yê navçeya Raco bû.

Çeteyan ji bo berdana Reşîd 20 milyon Lîreyê Sûriyeyê fîdye ji malbata wî xwestin. Çeteyên ku fîdye stendin cenazeyê Reşîd avêtin herêmeke navbera gundên Mîrkan û Kaxire. Li ser bedena Reşîd şopê lêdanê hebû.

Efrîn a ku ji Adara 2018'an ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, bûye qadeke sûcên şer ên bi rêk û pêk. Revandina mirovan, înfaz, êşkence, talankirin, koçberkirina bi zorê êdî bûne kiryarên rojane.