Dewleta Tirk li Efrînê darên zeytûnê didize

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîsa li Efrînê 50 darên zeytûnên desteser kirin.

Li gorî çavkaniyên Efrînî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk "Lîwa Semerqend” li Cindirêsê 50 darên zeytûnê yên Hisên Mihemed Hac Ebdo û Hisên Mihemed Mamed desteser kirin û berhemên wan dizîn e.

Hate diyarkirin ku darên zeytûnê yên Hisên Mihemed Hac Ebdo li nêzî mala mêtîngeha "El Îhsan" a gundê Kefer Sefrê û darên zeytûnê yên Hisên Mihemed Mamed jî li derdora gundê Baflûrê yê Cindirêsê ne.