Dewleta Tirk li Efrînê çar ciwan revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê ya Efrînê çar ciwan revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, koma çete 'Smerkant' û 'Polîsên leşkerî' ku amûreke paramîlîter a dewleta Tirk a dagirker e, li gundê Hikîçê yê navçeya Şiyê 4 ciwan revandin.

Kesên hatine revandin wiha ne: Şêrhat Zaîm Hesen (28), Ridwan Reşîd Miho (30), Ebdulqadir Reşîd Hesen (32) û Ziyad Arif Miho (34).

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin li zindaneke dagirkeran a li Efrînê hatine bicihkirin.

Şêrhat Zaîm Hesen 17'ê Tebaxa 2021'ê ji aliyê çeteyên 'Sad Bîn Ebî Weqas' ên dewleta Tirk ve hatibû revandin û di berdêla fîdyeyê de hatibû berdan.

JI SALA 2018'AN VE BI HEZARAN KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker di serî de li Efrînê ku ji Adara 2018'an ve dagir kiriye, li hemû herêmên dagir kiriye rejîmeke çete û terorê ava kiriye. Kuştin, revandina mirovan, êşkence, talankirin û koçberkirina bi zorê li van herêmên dagirkirî bûne kiryarên rojane.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan heta dawiya sala 2021'ê dewleta Tirk li Efrînê di nava 4 salan de zêdeyî 700 sivîl qetil kirin, herî kêm 8 hezar û 500 sivîl revandin. Aqûbeta nîvê kesên hatine revandin nediyar e. Di heman demê de destdirêjî li herî kêm 70 jinan hate kirin. Ji sala 2018'an û vir ve zêdeyî 300 hezar Efrînî bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin.