Dewleta Tirk li Efrînê 4 xwendekar revand

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê çar xwendekar revand.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata  ya kantona Efrîn û Şehbayê 5 xwendekar revandin.

Li gorî çavkaniyan navên xwendekarên hatine revandin wiha in: Ferhad Henîf Mihemed ji gundê Qenterê ye, Gîvara Îbrahîm Mihemed, Mihemed Elî Cemkê, Mihemed Ridwan Mistefa ji gundê Ereba yê Mabatayê ne.

Li Efrînê ya ku ji 2018’an de di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, sûcên revandin, qetilkirin, birîna daran, talankirina şûnwaran û guhertina demgorafî dewam dikin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku çete û dagirkeran di 5’ê Sibatê de ji gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê yarevandin û birin cihekî ne diyar.

Artêşa dagirker û çeteyên wê di di meha Sibatê de li Efrînê 4 kes qetil kirin, 27 kes hatin revandin û 800 dar hatin birîn. Di meha Çileyê de jî 4 kes qetil kirin, di nav de jin û zarok jî zêdekirî 50 kes revandin.