Dewleta Tirk li Efrînê 4 kesên din revand

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û navçeyên wê 4 kesên din revand.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 'Polîsên leşkerî' ku hêza çete ya paramîlîter a dewleta Tirk li herêmên dagirkirî ye, li gundê Emara yê navçeya Mabeta ya Efrînê Farûq Ebdo Mihemed revandin.

Ebdo Mihemed birin navenda navçeya Mabetayê û ji bo berdana wî fîdye ji malbata wî xwestin.

Heman rêxistina çete li navçeya Şera li gundê Dêr Siwanê jî Reşîd Ekaş revand.

Rêxistina çete ya ser bi MÎT a dewleta Tirk her wiha Zûhêr Bêrqdar (1987'an li Efrînê ji dayik bû) û Xelef Cuma El Ehmed (1988'an il gundê Merwaniyê ji dayik bû) revand.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi rêk û pêk sûcê şer dike.

Revandina mirovan, kuştin, êşkence, fîdye, talankirin bûne kiryarên rojane yên dewleta Tirk.