Dewleta Tirk li Efrînê 3 kesên din revand
Dewleta Tirk li herêma Efrînê ya ku dagir kiriye, bi destê çeteyên xwe yên bi navê 'Polîsên leşkerî' li navçeyên Raco û Şerayê 3 kes revandin.
Dewleta Tirk li herêma Efrînê ya ku dagir kiriye, bi destê çeteyên xwe yên bi navê 'Polîsên leşkerî' li navçeyên Raco û Şerayê 3 kes revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, 10'ê Nîsanê li gundê Moska yê Racoyê Mihemed Izedîn Elî (31) hate revandin.
Hisên Mistefa Nûrî Hidik ê ji gundê Dêrsewanê yê navçeya Şerayê, ji gundê Meiriskê jî Aryan Mihemed Xelîl hatin revandin û wesayita wan hate desteserkirin.
Revandin, kuştin, destavêtin, dizî li Efrîn a dagirkirî bûne kiryarên rojane yên dewleta Tirk.