Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava du rojên dawî de 3 welatî ji kantona Efrînê revandin. Her wiha li navçeya Şêrawa û Cindirêsê jî 350 darên zeytûnê birîn.

Ji roja ku dewleta Tirk a dagirker Kantona Efrînê dagir kiriye heta roja îro sûcên li dijî gel berdewam dike. Dewleta Tirk a ku demografyaya Efrînê guhert, talankirina xwezayê jî didomîne.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên bi navê Feyleq El Şam li gundê Kibêşînê 2 kesên bi navê Îsmaîl Cimo Heyder û Izêdîn Cimo Heyder revandin. Nehat zanîn ku kesên hatine revandin birine ku derê. Hate zanîn ku ev cara duyemîn e ku Îsmaîl û Izedîn tên revandin.

Her wiha çeteyên polîsên leşkerî welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hemreş (40) ê ji gundê Etmana yê Reco revand.

Welatiyekî ji gundê Etmanê ku agahiyên der barê revandinê de da zanîn ku Mihemed Hemreş ji kesekî ku di mala birayê xwe yê li Taxa Eşrefiye ya Efrînê de bi darê zorê koçber bûye xwestiye ku kirêya malê bide, lê wî welatî ev yek qebûl nekir. Der barê birayê xwe de giliyê polîsên leşkerî kir. Çeteyan Mihemed Hemreş revandin û li ser giliyê wî birin cihekî nediyar.

Tê zanîn ku çeteyên li Efrîna dagirkirî ji bo fîdyeyê mirovan direvînin.

Çavkaniyekî ji Efrînê ragihand ku hêzên dagirker zêdetirî 200 darên zeytûnê yên gundê Kibeşînê yê Şêrawa birîn e.

Heman çavkaniyê diyar kir ku darên birîn ên Mistefa Şemo (75 dar), Mihemed Şemo (75 dar) û Zeyneb Xezalê (50 dar) in.

Kesekî din ê ji Cindirêsê jî got ku çeteyên Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk 150 darên zeytûnan ên li nêzî gora Şêx Ebdurehman a li gundê Kanîgewrikê yê Cindirêsê birîn.

Birîna daran li herêma Efrînê roj bi roj zêde dibe. Li gorî agahiyan ji Adara 2018’an û vir ve zêdeyî 500 hezar dar hatine birîn.