Dewleta Tirk li Efrînê 16 sivîlên din revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna ku dagirkirî 16 sivîlên din jî revandin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin duh li gundê Dargirê yê navçeya Mabeta yê Efrînê Eniya El Şamiye ya Enqerê 16 sivîlên din revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne; Cemîl Xelîl Arif, Ezîz Menan Mustefa, Emîn Ezîz Mustefa, Lewend Ezîz Mustefa, Menan Ezîz Mustefa, Muhemed Menan Mustefa, Diyar Muhemad Mustefa, Kawa Reşîd Elîko, Muhemed Omer Elîko, Nezmî Ehmed Elîko, Ehmed Muhemed Seqmê, Ehmed Muhemed Elîko, Roşîn Emîn Ico, Erif Husên Nasan, Rûken Omer, Silêman Welîd, Cewdet Bekir.

Hêzên dagirker hema bêje her roj li herêma Efrînê ku dagirkirine sivîlan direvîne , êşkence dikin û mal û milkên wan talan dikin. Ji 20’ê Çile ve ku dema destpêkirina êrîşan re bi hezaran Efrînî ev êş kişandin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi rêk û pêk komkujî, înfaz, êşkence, xesp, talan, desdirêji û destavêtina jinan li herêmê dike û ev jî weke sûcên şer tên diyar kirin.

Rêxistina Efû ya Navnetewî serê meha Tebaxê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku li Efrîna dagirkirî binpêkirinên giran yên mafên mirovan tên jiyîn. Rêxistinê dewleta Tirk weke ‘hêza dagirker’ bi nav kir û ji kiryaran berpirs dîtibû. Rêxistina Şopandinê ya Mafê Miorvan jî di meha Hezîranê de têkildarî Efrîna dagirkirî raporek weşandibû û diyar kiribû ku li Efrînê komên ku Tirkiye destekê didin wan dest datînin li ser mal û milkên sivîlên Kurd û talanê dikin.