Dewleta Tirk li Efrînê 11 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Efrînê 11 kes di nava 10 rojan de revand.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Efrînê 11 kes di nava 10 rojan de revand.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li navçeyên Şiyê, Cindirês, Mabeta, Raco û Şera yên Efrînê ku ji sala 2018'an ve dagirkirî ne, di nava 10 rojên dawî de herî kêm 11 sivîl hatine revandin. Nayê zanîn bê kesên hatine revandin bi ku ve birine.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
"Hêvîn Tarî ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê.
Mihemed Nezmî Nasan (19) ji gundê Xelnêrê yê navçeya Mabeta.
Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên "polîsên leşkerî" ku rasterast ji MÎT`a Tirk fermanan digirin, ev welatî revandin:
Hecî Îsmaîl (30) ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê.
Xelîl Mihemed Reşîd (40) û hevsera wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Mosako yê navçeya Raco.
Mihemed Xelîl Reşîd (38) ê ji gundê Bilîlko yê navçeya Raco.
Ayaz Hesen Zelxoko (14) ê ji gundê Bedîna yê navçeya Raco.
Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera."