Dewleta Tirk li Efrîn û Cerablusê 14 welatiyên din revandin

Dewleta Tirk ku li xakên dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye, di rojên dawî de li Efrîn û Cerablusê 14 kes revandin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3’yê Adarê welatiyê bi navê Îzet Xelo (67) ê ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand.

Di 3 rojên dawî de jî li Cerablusê 13 kes hatin revandin. Hat ragihandin ku kesên hatine revandin koçberên çûbûn Tirkiyeyê û bi darê zorê berê wan dane herêmên dagirkirî ne. Welatî dema ji sînor hatine derbaskirin çeteyan ji wan xerac xwestiye, lê welatiyan qebûl nekiriye û li ser vê yekê hatine revandin.

Li navçeya Şiyê ya Efrînê jî çeteyan dest danîn ser malên 3 welatiyên Kurd û ew ji malên wan derxistin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, navên welatiyên malên wan hatine desteserkirin wiha ne: Seydo Hec Îbrahîm Şêxo, Hesen Mistefa Çolaq û Osman Ebdo Zelxa.

Li gorî rêxistina mafên mirovan çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2024’an ve tenê li Efrînê 8 kes qetil kirin, 87 kes revandin û bi sedan dar birîn.