Dewleta Tirk li Dirbêsiyê bombe li wesayitekê barand
Balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li herêma Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê li wesayitekê xist.
Balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li herêma Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê li wesayitekê xist.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li nêzî gundê Xerzê yê li rojhilatê Dirbêsiyê, bi droneyekê êriş hate kirin.
Hate ragihandin ku di êrişê de hin kes birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî ji destpêka meha Sibatê ve êriş zêde kiriye. Êrişa li Dirbêsiyê heman piştî êrişên hewayî yên hevdemî yên li ser Mexmûr, Şengal, Dêrik û Şehbayê hate kirin.
Li ser herêmên Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê jî her roj êriş têne kirin.