Dewleta Tirk li Şêrawa li sivîlan da, 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa li sivîlan da û di vê êrîşê de 2 zarok birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker li Şêrawa li sivîlan da û di vê êrîşê de 2 zarok birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk a dagirker li gundê Aqibê yê Şêrawayê da.
Di vê êrîşê de zarokên bi navê Semer Îdrîs (4) û Ciwan Îdrîs (3) birîndar bûn. Zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya Til Rifetê.