Dewleta Tirk leşkerên xwe yên li Girê Spî mirin vedişêre

Tê gotin ku dewleta Tirk hejmareke zêde leşkerên xwe yên li Girê Spî hatin kuştin veşartiye.

Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD'ê de di 17'ê Cotmehê de li gundên Tirpê û Ebû Xirzê yên navbera Girê Spî û Eyn Îsayê şerekî giran qewimî û gelek leşkerên dagirker hatin kuştin. Ji belge û nasnameyên ku li ser leşkerên Tirk ên dagirker ên hatin kuştin hatin wergirtin û ketin destê şervanên QSD'ê, eşkere bû ku dewleta Tirk gelek leşkerên xwe yên mirî veşartiye.

NASNAMEYÊN LEŞKERÊN HATIN KUŞTIN DI DESTÊ ŞERVANAN DE NE

Li gorî belge û wêneyên ketin destê şervanên QSD'ê, yekîneya ku li dijî şervanên QSD'ê şer kir yuekîneya çawişê pispor Huseyîn Ozer bû. Her wiha nasnameya leşkerekî ji Kayseriyê Yakûp Hazar ku ajokarê yekîneyê bû kete destê şervanan.