BI DÎMEN

'Dewleta Tirk ji bo êriş bike hincetan diafirîne'

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ew karên ji bo hilbijartinên şaredariyan dewam dikin û ragihand, Tirkiye ji sala 2014'an û vir ve êriş dike û her carê jî bahaneyeke nû hildiberîne.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind Rûken Mele Îbrahîm têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne kirin ji ANF'ê re axivî. Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku li nava sînorên Sûriyeyê wê yekemcar hilbijartineke demokratîk bê kirin, ev yek jî şertê Hevpeymana Civakî ye ku sala 2023'an hate ragihandin û got, "Hevpeymana Civakî ferz dike ku hevşaredar û meclîsên şaredariyan ji aliyê gel ve bêne hilbijartin. Weke Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind me dest bi amadekariya vê kirin û di 28'ê Adarê de ragihandin ku wê hilbijartinên şaredariyan bêne kirin. Li ser vê yekê hem dewleta Tirk hem jî hikumeta Şamê îdîa kirin ku bi van hilbijartinan em dixwazin Sûriyeyê parçe bikin. Hilbijartina ku wê gel ji bo xizmetê rêveberiyên xwe hilbijêre, ti eleqeya xwe bi parçekirina Sûriyeyê re nîne. Helwest û daxuyaniyên Rêveberiya Xweser ên di vê der barê de li holê ne; me destnîşan kir ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne, krîza Sûriyeyê jî tenê bi diyalogê dikare bê çareserkirin. Yên ku Sûriye parçe dikin ji xwe eşkere ne. Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî ji aliyê kê ve hatine dagirkirin? Wan Sûriye parçe kirine. Em parçeyek ji Sûriyeyê ne û eger hikumeta Şamê qebûl bike ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogê bike, Rêveberiya Xweser ji vê re her tim amade ye."

KÊMASIYÊN QANÛNÎ Û PRATÎKÎ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ji ber amadekariyan û dema pêwîst a propagandayê hilbijartin ji 30'ê Gulanê taloqî 11'ê Hezîranê û herî dawî jî ji bo 8'ê Tebaxê hate taloqkirin û ragihand ku Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind di nava vê pêvajoyê de kêmasiyên têkildarî qeyda hilbijêran çareser kir. Rûken Mele Îbrahîm got, "Niha li ser qertên hilbijêran ên ku me belav kirine navê kesan heye. Di nava vê pêvajoyê de ev qert bi rengekî elektronîk têne qeydkirin. Bi vî rengî wê afirandina gelek qertan ên hilbijêran bê astengkirin."

YEK LÎSTE Û YEK RENG NÎNE

Rûken Mele Îbrahîm anî ziman ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê hejmara partiyan zêde bûye û got, "Lîsteya ji 22 partiyan, lîsteyeke din ji 5 partiyan û 270 namzetên serbixwe hene. Bi vê hilbijartinê re wê rengê Sûriyeyê hemû bê diyarkirin. Li Sûriyeyê hilbijartinên beriya niha tenê bi yek lîsteyê dihate kirin. Niha hemû bi beşdariya fikir û gelên Sûriyeyê hemû wê hilbijartin pêk were."

DEWLETA TIRK HINCETAN JI XWE RE DIAFIRÎNE

Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku ji sala 2014'an û vir ve êrişên dewleta Tirk nesekinîne û got, "Dewleteke dagirker e. Ti carî qebûl nekir ku cîranên xwe di nava sîstemeke demokratîk de be. Ditirse ku dema sîstema me kete meriyetê û Sûriyeyeke demokratîk ava bû wê bandorê li Rojhilata Navîn û hemû dewletên herêmê bike. Ti dîktator naxwaze li dora xwe sîstemeke demokratîk hebe. Dewleta Tirk ji ber vê yekê niha li ber hilbijartinên şaredariyan radibe. Dewleta Tirk dibêje, hilbijartin wê bandoreke neyînî lê bike. Ev rast nîne. Çi bandora hilbijartinên rêveberiyên herêmî li ser dewleta Tirk dikare hebe? Li her devera cîhanê hilbijartinên rêveberiyên herêmî têne kirin û bandorê li ti welatekî din nake. Me xwe ji Sûriyeyê qut nekirine. Berevajî ji bo xizmeteke hîn baştir bikin ev yek rewşeke pêwîst e. Ji xwe dewleta Tirk her tim xwedî hincetekê ye. Di vir de pirsgirêk hilbijartin nîne. Dewleta Tirk ji destpêkê ve bi rengekî eşkere dibêje ku wê sîstema Rêveberiya Xweser qebûl neke. Berê jî timî êriş dikir, beriya niha êriş bir ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wê demê hilbijartin hebû? Ji ber vê yekê em bi salan e li aliyekî li hemberî êrişên dewleta Tirk têdikoşin, li aliyê din jî xizmetê ji gelê xwe re dikin. Jİ niha û pê ve jî em ê karê xwe bi heman rengî dewam bikin."