Dewleta Tirk hewl dide qada xwe ya dagirkeriyê fireh bike
Dewleta Tirk ji bo ku qada xwe ya dagirkeriyê berfireh bike, ‘agirbest’ê bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Kaîdeyê ji sê milan ve êrîşî Serêkaniyê kirin.
Dewleta Tirk ji bo ku qada xwe ya dagirkeriyê berfireh bike, ‘agirbest’ê bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Kaîdeyê ji sê milan ve êrîşî Serêkaniyê kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên El Kaîdeyê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînîn.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker piştî nîvro ji sê milan ve êrîşî başûrê Serêkaniyê kirin. Dewleta Tirk jî ji hewa û erdê piştgiriyê dide çeteyan.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî bajaroka Zirganê, herêma Ebû Resen, gundên Menacir, Soûda, Salihiyê, Êrîşa û herêma Alîya ya li rojavayê Til Temirê kirin.
Şervanên QSD’ê bersiveke tund dan êrîşan û li herêmê şer didome. Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bêmirov ên ÎHA û SÎHA’yê û bi tank û obusan piştgiriyê didin çeteyan.
Li van gundan ji ber êrîşan bi hezaran kesan koç kirin.